Fransa û Îngilistanê li Sûriyeyê li dijî DAÎŞ’ê êrîşeke hevpar pêk anîn

Ji Wezareta Parastinê ya Îngilistanê John Healey ragihand ku Îngilistan û Fransayê li Sûriyeyê li dijî tesîseke binerd a ku dihat gumankirin ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve tê bikaranîn, êrîşeke hewayî ya hevpar pêk anîn.

Li gorî daxuyaniyê, êrîş şeva şemiyê li çiyayên li bakurê bajarê antîk Palmira yê li navenda Sûriyeyê, li dijî tesîseke ku ji aliyê DAÎŞ’ê ve “bi îhtimaleke mezin ji bo depokirina çek û teqemeniyan” dihat bikaranîn, hate kirin.

Balafirên Îngilistanê ji bo hedefgirtina çend tunelên ku diçin tesîsê, bombeyên Paveway IV bi kar anî.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku “nirxandineke berfireh niha dewam dike, lê nîşaneyên ewilî nîşan didin ku bi serketî li hedefê hatiye xistin”.